Erebistana Siûdî li ser damezrandina Dewleta Filistînê daxuyanî da

.

Wezîrê Derve yê Erebistana Siûdî Feysel bin Ferhan diyar kir ku welatê wî "heta ku Dewleta Filistînê neyê damezrandin, wê bi Îsraîlê re têkilî daneyne."

Bin Ferhan di civîna çapemeniyê de di çarçoveya Konferansa Navneteweyî ya Asta Bilind a Neteweyên Yekbûyî (NY) de li ser çareseriyek aştiyane ji bo pirsgirêka Filistînê û pêkanîna çareseriyek du dewletan axivî.

Bin Ferhan got, "Dema bidawîanîna pevçûnê û damezrandina Dewleta Filistînê hatiye," û tekez kir ku aştiya di navbera Filistîn û Îsraîlê de mifteya bidestxistina aştiya herêmî ya berfireh e.

Bin Ferhan tekez kir ku "bêyî damezrandina Dewleta Filistînê, têkilî bi Îsraîlê re nayên danîn."

Siyaset Haberleri

Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin
Welatiyên Qamişlo li dijî buhabûn û nebûna xizmetguzariyan daketin kolanan
Serokwezîrê Brîtanyayê dev ji karê xwe berda