Erdoxan: Me pirsa Kurd li Tirkiyê çareser kirîye

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan got: Me pirsa Kurd li Tirkiyê çareserkirîye, tiştek bi navê pirsa Kurd nemaye.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan got: Me pirsa Kurd li Tirkiyê çareserkirîye, tiştek bi navê pirsa Kurd nemaye.


Erdogan, li gel 60 parlamenterên xwe civiya û encamên hilbijartinan, avakirina partiyên nû û mijara ’pirsgirêka Kurd’ gotûbêj kir.


Recep Tayip Erdogan dîyar kir:  Ew derdorên dixwazin di bin sîbera AKPê de partiyek nû çêbikin, dê wek çûwalek xalî, bikevin.


Di nav kombûnê de, parlamenterên Kurd nêrînên xwe anîn ziman û gotin: Li hemberî gelê Kurd wekhevî nîne û pêwiste gavên yasayî werin avêtin.


Li hemberî van daxûyaniyên Parlamenterên Kurd Erdogan tengezar bû û got: 
“Me li Tirkiyê pirsa Kurd çareser kirîye, eger hûn bêjin pirsa Kurd heye, hûn me bêrûmet dikin”.  

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist