Erdogan xwedî li Soylu derket: Em ê vê operasyonê têk bidin!

.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di gotara xwe ya îro ya li Parlamena Tirkiyê de, li ser îtirafên mafyagerê Tirk Sedat Peker di hilbijartinan de ji bo piştgiriya wî mîting li dar xistibûn û niha ligel gelek îtirafan yên derbarê Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu de îfşa dike daxuyanî dan.

Erdogan li ser daxwazên îstifayê bo Soylu lê xwedî derket û got, “Çawa ku me berê gelek xefik û lîstik têk dan, emê vê operasyona sînsî jî têk bidin. Êrîşên ku Suleyman Soylu hedef digirin ji aciya rewşa aramiyê tên. Em li kêleka wezîrê xwe bûn, em ligel wî ne û em ê ligel wî bin.”

Erdogan herwiha îdia kir ku hedef nehiştina avakirina Tirkiyeya bihêz û mezin e û herwiha mikurhatinên Peker ên derbarê kurê Binalî Yildirim de yên bazirganiya tilyakê jî wekî niyeteke xerab nîşan da û red kir.

Hêjayî bibîrxistinê ye, mafyagerê nijadperest Sedat Peker ku bi xwe heta niha piştevaniya Erdogan kiriye û di vîdyoyên xwe de jî qet behsa Erdogan nake. Lê belê gelek kiryarên kirêt û kuştinkariyên derbarê Soylu, Mehmet Agar, Korkut Eken û hejmarek kesên din de îfşa dike.

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe