Erdogan û Trump li ser Sûriyê axivîn

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump di pêwendiyeke têlefonî de pêşhatên dawî yên li Sûriyê gotûbêj kirin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdogan û Serokê Amerîkayê Donald Trump di pêwendiyeke têlefonî de dawî pêşhatên li Sûriyê gotûbêj kirin.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê Erdogan û Trump ji xeynî meseleyên dualî li ser geşedanên li Sûriyeyê gotûbêj kirin.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku Serokomar Erdogan ji bona gavên ku di Civîna G-7ê ya li Fransayê da di mijara Îranê da hatin avêtin û ji ber ku Davîd Satterfieldê Balyozê Amerîkayê dest bi wezîfeyê kir kêfxweşiya xwe diyar kir.

Hat diyarkirin Erdogan û Trump careke din gotin ku dixwazin hecma ticaretê derxin 100 milyar dolarî û li hev kirin ku li Îdliba di bin êrîşên rejimê da ye sivîl bên parastin û ji bona rewşa sivîlan xera nebe hevkarî bidome.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist