Erdogan: Trump û Putin ji min xwestin, ku bi Mezlûm Ebdî re bicivim

Serokomarê Tirkîyê dibêje, Trump û Putîn fişar li wî kirin e, ku bi Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî re rûn e, lê wî ev yek red kirîye.

Navenda Nûçeyan- Serokomarê Tirkîyê Receb Tayîb Erdogan liser pirsa rojnamevanan a derbarê civînên alîyên Lîbyayê, da xuyakirin, tu nîyazek wî nîn e bi Xelîfe Hefter re rûn e. Erdogan got, Serokê Amerîkayê gelek fişar li wî kirin e,  ku bi YPG û Mezlûm Ebdî re rûn e, lê wî gotîye, ew tu carê bi terorîstekî re li dor maseyê rûnan e.

Erdogan da xuyakirin, Putîn jî heman tişt ji wan xwestîye û got, di têkoşîna dijî terorê navnetewî de, gelek bac dan e û di sîyaseta wî de, hevdîtinek û rûniştineke weha nabe.

Hîn berê Erdogan dabû destnîşan kirin, ku birêveberîya Amerikayê hewl da ye, di navbeyna mezlêm Ebdî û Erdogan de civîn lidar bikeve, lê yekem car e di vê babetê de navê Serokê Rûsyayê Putin jî binav dike. 

 

Nerina Azad

 

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist