Erdogan: Ti kes ne di ewlehîyê de ne

Serokkomarê Tirkîyeyê duhî li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî(NY) li ser mijarên çekên nûkleer, rewşa koçber û penaberan tevgerên Îsraîlê û kirinên NYyê axiviye.

Serokkomarê Tirkîyeyê duhî li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî(NY) li ser mijarên çekên nûkleer, rewşa koçber û penaberan tevgerên Îsraîlê û kirinên NYyê axivîye.

Ewlehî

"Li gor min ku ewlehîya me herkesî tune be, divê em bizanibin ewlehîya me tu kesî nîne û lazim e pişta xwe nedin vê rastîyê."

Ez li hizûra we dubare dikim, dinya ji 5an mezintir e. Dema guhertina nêrîna me, sazîyên me, rê û rêzikên me ji zû va hatîye."

Çekên nûkleer

"(Çekên nukleerê) Divê an ji bo hemûyan serbest an ji bo hemûyan qedexe bin, em vê pirsgirêkê di çarçoveya edaletê de çareser bikin.

“Ez hemî welatan vedixwînim bila piştgirîyê bidin polîtîka û pêngavên me yên ku bingeha wan li ser edalet, ehlaq, wicdanê hatine danîn."

"Li Konseya Ewlehîyê ya NYyê divê em tavhal reformên mayînde ên li gor edalet û heqanîyetê pêk bînin.

Sûrîye

“Ji bo tesîskirina yekîtîya ax û siyasî ya Sûrîyeyê ya ku em krîtîk dibînin, lazime komîteya destûra bingehîn aktîf û berdar were xebitandin."

"Dinyayê pir zû Aylan ji bîr kir. Tu carî ji bîr nekin rojekê heman bûyer dibe ku were serê we jî.

Koçber

“Di 8 mehên ewil ên salê de me 32 hezar koçberên bêdestûr ji fetisînê xilas kirin, 58 hezar koçber ên ji bilî Sûriyeyîyan vegerand welatên wan."

NY

“Biryarên derbarê Îsraîlê de yên NYyê, Konseya Ewlehîyê nakevin rewacê. Wisa be gelo NY bi kêrî çi tê? Heke em bi biryarên ku hildidin tesîrê nekin ew ê edalet li ku derê temerkuz bike."

"Em talibê wezîfeya Serokatîya Lijneya Giştî ya 75emîn in, me Serokê Komîsyona Karê Derva yê TBMMyê, Serbalyoz Volkan Bozkir namzed nîşan da."

"Ez bang dikim 15ê Adarê roja êrîşa Christchurchê çêbû ji aliyê NYyê ve wekî Roja li dijî Dijminatîya Îslamê Roja Piştgirîyê were îlankirin."

Bianet

Siyaset Haberleri

ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan
EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî
YNK: Bi hev re kar bikin da ku mafên Kurdan bên parastin
Serokê ENKSê: Em bi hêvî ne bigihin nêrîneke hevbeş ku nêrîna hemû aliyan be