Erdogan: Rê nadin rêkeftina herêma ewle dereng bikeve

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan radigihîne, rêkeftina bi Amerîka re bo avakirina herêma ewle, tevgereke durist e û rê nadin ew rêkeftin bê derengxistin.

Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erdogan radigihîne, rêkeftina bi Amerîka re bo avakirina herêma ewle, tevgereke durist e û rê nadin ew rêkeftin bê derengxistin.

Kenala “CNN Turk” a Tirkiyê belav kir, Erdogan di dema vegera ji Rûsyayê bo welatê xwe ragihand, rêkeftina wan bi Amerîka re tevgereke rast e bo avakirina herêma ewle û divê şervanên YPGê ji wê navçeyê vekişin.

Erdogan Amerîka bi derengxistina bicihkirina wê rêkeftinê tometbar kir û got, Tirkiye rê nade rêkeftina herêma ewle bê derengxistin û wek çawa li Minbicê bûye bibe. Divê ew prose bilez bê kirin.

Di destpêka vê hefteyê de jî Erdogan ragihandibû, hemû hêz û leşkerên wan li ser sînor in û heger pêwîst kir ew dikarin di her demekê de tevgerê bikin.

Roja 7ê Tebaxê Amerîka û Tirkiyê li ser hejmarek ji xalan lihev kiribûn, li gor qonaxa yeke dê HSD û YPGê bi çekê xwe ji navçeya di navbera Serê Kaniyê û Girê Sipî bi kûrahiya 5 ta 14 K.M vekişe.

Hevserokê Nivîsgeha Berevaniyê ya Rêveberiya Xweser Zêdan El Asî pêr ragihandibû di daxuyaniyekê de ragihandibû, di çarçova qonaxa yekem a rêkeftina Amerîkî – Tirkî de wan dest bi cibicîkirina xalên wê rêkeftinê kirine.

Al Asî da zanîn, şervanên YPG û HSDê bi çekên xwe ji navçeyên sînorî yên Serê Kaniyê vekişayane û xalên sînorî ji bo hêzên navxweyî hatine radestkirin.

Herwiha hat ragihandin jî, HSD û YPGê tunelên xwe 3 gundên rojhilatê bajarokê Girê Sipî hilweşandin û şervan bi çekên xwe ji wê navçeyê vekişiyane.

 

Siyaset Haberleri

Koşka Spî: Şerê Îranê ber bi dawiyê ve diçe
Kurdên Amûdê û Girkê Legê ji bo piştgiriya Başûrê Kurdistanê daketin kolanan
Umêd Xoşnaw: Heta grubên çekdar li sînorê madeya 140 bin, êrîşên li ser Kurdistanê dê berdewam bikin
Keça Kurd Dilvîn Filîta ji Qazaxistanê li New Yorkê xelatek stand
Holendayê ji ber Kurdên Êzidî 9 sal ceza li jineke DAIŞî birî