Erdogan: Qeter di “herêma ewle” de alîkarîya me dike

Serokomarê Tirkîyê radigihîne, ewê avedankirina herêma ewle di civîna NATOyê de bînin rojevê û Mîre Qeterê soz daye ku ji bo çêkirina xanî û avahîyan li herêma ewle dê alîkarîyê bikin.

Navenda Nûçeyan- Serokomarê Tirkîyê radigihîne, ewê avedankirina herêma ewle di civîna NATOyê de bînin rojevê û Mîre Qeterê soz daye ku ji bo çêkirina xanî û avahîyan li herêma ewle dê alîkarîyê bikin.

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayîp Erdogan di vegera ji Qeterê de ji rojnamevanan re axivî û got, mijara avedankirina Herêma Ewle ya di bin kontrola Tirkîyê de anîye rojeva Trump û Pûtin û ewê di civîna NATOyê ya 3'ê Berçile de jî bînin rojevê.

Erdogan got, ew destpêkê dixwazin li navbera Girê Spî û Serê Kanîyê bi kûrahîya 30 kîlometre û dirêjahîya 120 kîlometre herêmek ava bikin û tê de xanî, nexweşxane, dibistan û mizgeft hebin ku nîmûneya vê di cîhanê de nîn e.

Erdogan got, Qeterê soz daye ku di avedankirina herêma ewle de alîkarîyê bike û da zanîn, Komkara Erebî li dijî Tirkîyê helwest girtîye, lê wan heta niha 40 milyar Dolar ji bo penaberan xerc kirine.

 

Çavkanî: K24

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist