Li gor nûçeya AFP û rojnameya fransizî Le Mondeê ku ji Stembolê radighînin, di dema ku Serekê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoğan, 28ê gulana 2019an roja sêşemê, li Sembolê pêşwaziya Serekê Iraqê Berhem Salih kir, Artêşa tirk jî li başûrê Kurdistanê dest bi operasyoneke li dijî Kurdan kir.
Herdu birêveberan berî ku bi hev re şîva fitarê bixwin danûstendineke fikrî kirin. Wêneyekî ku li ser malpera resmî ya serokayetiya Tirkiyeyê hatiye parvekirin nîşan dide ku herdu serok di gel hevjînên xwe li dora maseyekê bi hev re rûniştine.
Ev seredan tam di dema ku Artêşa tirk dest bi operasyoneke hewayî û bejayî li herêmeke çiyayî ya başûrê Kurdistanê li dijî binkeyên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) kir, pêk hat. PKK ji alî Enqerê, her wiha ji alî Dewletên Yekbûyî yên Amerikayê û Yekîtiya Ewropayê ve jî weke “rêxistineke terorist” tê hesibandin.
Wezîrê Berevaniyê yê Tirk di daxwiyaniyekê de radigihîne ku di vê êrîşa ku roja duşemê dest pê kiriye de hêzên taybet û balafirên fantom jî beşdar dibin. Armanca vê operasyona leşkerî ew e ku şikeft û avayiyên ji alî çekdarên PKKê ve bikartên bên hilweşandin.
Șerê xwînavî yê di navbera Artêşa tirk û serîhildana PKKê de ku di 1984an de dest pê kir bûye sedema mirina ji 40 000an bêtir kurdan. Binkeyên PKK ya ku di nav Kurdên bakur de aktif e, li herêmên çiyayî yên başûrê Kurdistanê jî hene, ku ji aliyê firokeyên cengê yên tirk ve misêwa tên bombebaran kirin.
Hêjayî gotinê ye ku piştî navberiyeke dirêj parêzerên serekê PKKê Abdulah Ocalanî, ku li girava Îmraliyê girtiye, 22yê Gulana 2019an çûbûn serdana wî.
Siyaset Haberleri
Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist