Erdogan pesend kir: Li Tirkîye û Bakûrê Kurdistanê 90 hezar girtî tên berdan

Wezareta dadê ya Tirkîyê ragihand, di çarçoveya lêborîna giştî û qanûna nû ya girtîyan de dê derdora 90 hezar girtî bên berdan.

Navenda Nûçeyan - Serkomarê Tirkîyê û serokê giştî yê AKPê, Recep Tayyîp Erdogan duhî qanûna nû ya girtîyan û lêborîna giştî ya ku ji ber belavbûna vîrusa Koronayê ç ji alîyê parlementoya wî welatî ve hatîye derxistin, pesend kir.

Piştî pesendkirina qanûnê ji alîyê Erdogan ve, berdana girtîyan li girtîgehên Stenbolê, Enqere û Semsûrê dest pê kir.

Wezareta dadê ya Tirkîyê jî ragihand, di çarçoveya wê qanûnê û lêborînê de 45 hezar girtî ber efûyê dikevin û tên berdan û 45 hezar girtî jî ji ber Koronayê diçin îznê. Eger rewş xirabtir bibe dê îzna wan were dirêjkirin.

Qanûna nû ya girtîyan û lêborîna giştî, girtîyên sîyasî venagire. Ji ber wê jî beşek mezin ji girtîyên kurd bi taybet parlementer, berpirs, endam û alîgirên HDPê nayên berdan.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist