Erdogan li dijî parlementerekî CHPê gilî kir û doza milyonek lîre jê kir!

Li ser “girê şehîdan” ji hev re xeber gotibûn

Navenda Nûçeyan - Serkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan li dijî parlementerekî CHPê gilî kir û doza milyonek lîre (derdora 170 hezar dolar) jê kir!

Parêzerê serkomarê Tirkîyê û serokê giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan ragihandîye, wan li dijî parlementerê CHPê Engîn Ozkoç, bi tohmeta wê yekê ku heqaret li Erdogan kirîye, gilî kirine û doza milyonek lîre jê kirine.

Ev çend roj in serkomarê Tirkîyê û serokê giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan û serokê giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu xeberên tûj dibêjin hev û hindik maye li hev bidin!

Erdogan û Kiliçdaroglu herî dawî li ser “girê şehîdan” devojenî hev bûn. Erdogan gotibû, înşala qet “girê şehîdan“ vala namîne! Kiliçdaroglu gotibû, eger em bûn desthilat dê “girê şehîdan” vala bimîne.

Paşê dîsa Erdogan bi tundî êrişî Kiliçdaroglu kiribû û jê re gotibû “tu bê şeref î, tu xayîn î!”

Parlementerê CHPê Engîn Ozkoç jî bersiva Erdogan dabû û jê re gotibû, “tu bê şeref î, tu bê rûmet î, tu xayîn î!”

Ji ber wan gotinên Ozkoç, di navbera parlementerên AKP û CHPê de şer û alozî derketibû û çend parlementerên AKPê li Ozkoç dabûn.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist