Erdogan ji bo qetla Kurdan piştgirî da DAIŞê

Berdevkê Artêşa Netewî ya Libyayê (ANL) ya girêdayê Xelîfe Hefter, Ehmed el Mismarî berîya Konferansa Berlînê civîneke rojnamevanî li dar xist.

Navenda Nûçeyan- Mismarî di pêşkeşîya xwe ya Erebî û Îngilîzî de, Tirkîye bi tundî tawanbar kir ku bi rêya sazî, artêş û milîsên kirêkirî destwerdana Libyayê dike.

Mismarî got, “Rêxistina IHH ya alîkarîyan a paravana MÎTê (Sazîya Îstixbarata Tirkîyê) yek ji wan sazîyên sereke ye ku piştgirîya cîhadîyan a çekan û pizîşkî dike.”

Mismarî da xuyakirin ku Tirkîye bi rêyên qaçax ên deryayî di şandina ‘terorîstên Sûrîyê bo Libyayê’ de berdewam e.

Berdevkê ANLê herwiha got, “Erdogan ji bo qetilkirina Kurdan û tunekirina bajarên wan û aborîya wan piştgirî da DAIŞê û rêxistinên din ên terorî. Tirkîye ji bo hemû endamên DAIŞê û El Qaîdeyê bû baregeha terorê. Loma jî ti caran bi ser Tirkîyê de, aştî nayê Libyayê.”

Mismarî, herwiha bal kişand ser bazara li ser penaberên Sûrîyê ya hikûmeta Tirkîyê û belavbûna terorîstên DAIŞê li nav Ewropayê û got, Erdogan berpirsê belavkirina terorê li Ewropayê ye.

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist