Erdogan: Heta Qerebax ji bin dagîrkeriyê rizgar dibe têkoşîn dê berdewam be

Serokomarê Tirkiyê careke din piştevaniya welatê xwe bo Azerbaycanê dûpat kir û got, “Heta ku Qerebax ji bin dagîrkeriyê rizgar dibe ev têkoşîn dê berdewam be.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li bajarê Konyayê beşdarî merasîma vekirina nexweşxaneyekê bû û di gotarekê de behsa aloziyên li Derya Spî, şerê li Kafkasê û dawîn pêşhatên li navçeyê kir.

Erdogan hemû ew alozî û krîzên li rojhilatê Derya Spî, Kafkasê û Sûriyê rû didin wek “hewldanek ji bo dorpêçkirina Tirkiyê” binav kir û got, “hemû ev krîz li derdora welatê me rû didin. Ev zelal e ku hewldaneke ji bo dorpêçkirina Tirkiyê. Me ev lîstîk hîn zû dît.”

Di dewama gotinên xwe de Erdogan îddîa kir ku “hewl tê dayîn Tirkiye li derveyî sîstema nû ya cîhanî bê hiştin” û got, “me peyam da cîhanê ku ev ne hêsan e. Êdî hem li qadê û li ser maseyê em ew welat in ku xwedî cihekî sereke ye.”

Li ser operasyonên wî welatî li Sûriyê jî Erdogan îddîa kir ji bo ew "êrişên ji Sûriyê bên kontrol bikin” operasyon kirin û got, “Xwestin lîstikek wek wê li Derya Spî jî bilîzin. Bi saya rêkeftina li gel Lîbyayê me qadeke berfireh li Derya Spî kir qada rewa yên xebatên xwe.”

Erdogan behsa şerê Ermenistan û Azerbaycanê jî kir û piştevaniya Tirkiyê bo Azerbaycanê dûpat kir. Herwiha Erdogan Ermenistan bi êrişkariyê tohmetbar kir û got, “Em wek Tirkiye bi dil û can û bi hemû derfetên xwe li gel Azerbaycanê ne û em dê li gel bin.”

Serokomarê Tirkiyê got jî, “Artêşa Azerbaycanê gelek cih ji bin dagirkeriyê derxist. Heta ku Qerebax ji bin dagirkeriyê rizgar dibe ev têkoşîn dê berdewam be.”

 

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe