Erdogan: Heta hemû alî dernekevin, em jî, ji Sûrîye dernakevin!

Serokomarê Tirkîyê Recep Tayîp Erdogan radighîne: Heta hemû hêzên din ji Sûrîye dernekevin, Ew ji Surîyê dernakevin.

Navenda Nûçeyan- Erdogan ji endam û berpirsên partîya xwe re axaft û di derbarê hebûna Tirkîyê ya li Surîyeyê de eşkere kir, ko heta hêzên din ji Surîyê dernekevin û xelkê Surîyê ji Tirkîye re nebêje, derkeve! Ew ji Surîyê venakişin.

Erdogan got: Di hemû hevdîtinên me yên digel serokên dewletan re pirsa dema derketina ji Surîyê, ji me tê kirin.

Dibêjin: Hûnê kengê ji Surîyê derkevin?

Em jî ji wan dipirsin: Çi karê we li Surîyê heye?

Me bi Surîye re 911 kîlometre sînor heye. Ma we sînor heye?

Min ji Brîtanya, Almanya û Fransayê re bi zelalî got:

Hûn çima Li Surîyê ne? Heta ko hûn ji Surîyê dernekevin û heta xelkê Surîyê ji me re nebêje - sipas ji we re û êdî hûn dikarin biçin, em ji Surîyê dernakevin. Jiber ko em li gor rêkeftina Edeneyê û liser daxwaza xelkê Surîyê li wir in.

Çavkanî: K24

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist