Erdogan: Helbijartin dê 14ê Gulanê de pêkbên

.

 Serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan got ku Tirkiyê dê di 14ê Gulanê de, mehek zûtir ji ya ku hatibû plankirin, hilbijartinan li dar bixe. Ew dê piştî bîst salan di desthilatdariyê de taqîkirineke tund a rêbertiya xwe pêk bîne.

Ofîsa serokomariyê roja Yekşemê girteyeke vîdyoyê belav kir ku tê de Erdogan di civînekê de bi dengdêrên gênc re li parêzgeha Bûrsa ya bakurê rojava, derengiya roja Şemiyê dema hilbijartiyan ragihand.

Erdogan got, "ez ji xwedê re spas dikim ku em ê di hilbijartinên 14ê Gulanê de bi we re, gêncên me yên ku cara yekê deng didin, bimeşin."

Rapirsiyên giştî nîşan didin ku hilbijartinên parlemanî û serokatiyê dê dijwar bin, û dê têsta herî mezin a Erdogan di bîst salên wî de bin wek serokê hêza leşkerî ya herêmî, endama NATO û aboriya bazarê ya mezin a nûjen.

Biryarbû hilbijartinên serokomarî û parlemana Tirkiyê di 18ê Hezîranê de bên kirin, lê serokomar Erdogan pêştir nîşan bi wê yekê dabû ku dibe dengdan pêş bikeve.

Berpirsekî partiya wî ya AK Partiyê berî niha gotibû ku hilbijartinên meha Hezîranê dê hevdem be bi demsala bêhinvedana havînê re ku xelk rêwîtiyê dikin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist