Erdogan: Hefter êrîşên xwe bidomîne, em ê xwe nedin paş

Serokkomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan di koma partîya xwe da li parlementoya Tirkîyê axivî û ragihand, Heger Hafter êrîşên xwe yên dijî rêvebirîya Trablûsê bidomîne ew ê xwe nedin paş û dersa ku hewce dike bidin Hafter.

Navenda Nûçeyan- Doh roja sêşemê 14. 01. 2020an Serokkomarê Tirkîyê Erdogan destnîşan kir li Sûrîye, Libya û Deryaspî li pey macerayê nînin û hewesên wan yên emperyal jî qet tunene.

Herwiha Erdogan der barê geşedanên li Libyayê da dîyar kir ew li ser sozên xwe sekinin. Lêbelê Xelîfe Hafter li ser sozên xwe nesekînî û ji ser maseya agirbestê rabû û Moskovaya terikand.

Herwiha Erdogan aşkere jî kir heger Hafter êrîşî xelkê Libyayê bike wê xwe nedin paş.

 

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist