Erdogan gefa destpêkirina operasyona bejayî li Rojava û Başûrê Kurdistanê xwar

.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan dema ji serdana xwe ya Qeterê vedigeriya di firokeyê de bersiva pirsên rojnamevanan da û got, operasyonên Tirkiyê yên li bakurê Sûriyê û Iraqê dê berdewam bin.

Derbarê operasyona Tirkiyê ya li dijî Rojavayê Kurdistanê de Erdogan got, derbarê operasyona li bakurê Sûriyê de ew bi Serokê Amerîka Joe Biden û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin re neaxiviye.

Her wiha got jî: “Operasyona asmanî ne bes e û Wezareta Berevaniyê û Serokatiya Sererkaniyê dê biryara operasyona bejayî bidin.”

Derbarê Kobanê de Erdogan got: “Kobanî her tim di nava armancên me de cih girtiye û me li dijî Kobanî xebatên pêwîst kirine û emê berdewam bin.”

Ev daxuyaniya Serokomarê Tirkiyê di demekê de ye, Tirkiyê, berbanga yekşemê, 20ê Mijadara 2022ê, operasyona “Pence – Şûr” ragihand û bi firokeyên şer herêmên Kobanî, Eyn Îsa, Til Rifet, Girê Sipî û Dêrikê yên Rojavayê Kurdistanê û hin navçeyên Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin û di encamê de 14 sivîl û şervanên HSDê û 15 leşkerên rêjîma Sûriyê hatin kuştin.

Îro 5 mûşek li bajarokê Gilgamişê yê ser bi parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê ketin û medyaya fermî ya Tirkiyê YPG bi vê êrîşê tometbar kir.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu diyar kir, ev êrîşa li dijî bajaroka Gilgamişê bi topên Hawanê hatiye kirin û di encamê de 3 kes hatin kuştin û 10 kes jî birîndar bûn.

Kurdistan Haberleri

Can Azbay: Erkê me hemûyan e ku ji bo azadî û serfirazîyê, bi yekgirtina neteweyî, em Alaya Kurdistanê her dem bilind bikin
PWK: Me Bûyera 49an ji bîr nekirîye û emê ji bîr nekin
Serok Barzanî: Ala Kurdistanê sembol û nîşaneke pîroz a gelê me ye
Trump Sûriye xiste lîsteya qedexeyê
Li Bokanê pêşangeha 'Jin'ê: 40 hunermendan çanda Kurdan xêz kir