Erdogan gefa berdewamiya bombebarana Rojavayê Kurdistanê xwar

.

Serokkomarê Tirkiyeyê ragihand ku wan li Rojavayê Kurdistanê 70 wêstgeh bomberaran kirine.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li bajarê Enqereyê li Serokkomariya Tirkiyeyê di civîna ligel muxtaran de derbarê mijarên di rojevê de axivî.

Erdogan ameje bi bombebaranên vê dawiyê yên artêşa Tirkiyeyê yên li Rojavayê Kurdistanê da û got:

“Saziya me ya Îstixbarata Niştîmanî li dijî jêrxana terorê ya li Bakurê Sûriyeyê û serkirdeyên wê operasyonên gelekî serkeftî pêk tînin.

Di vê çarçoveyê de 70 wêstgeh hatine bombebarankirin ku ji bo rêxistina terorê gelekî girîng in.”

Erdogan gefa berdemiya “operasyonan” û armancgirtina jêrxana sivîl a Rojavayê Kurdistanê jî xwar û got:

“Em dê operasyonên xwe bidomînin heta ku terorîstê dawî jî wek gef li ser welatê me û miletê me nemîne.”

Gotinên Erdogan di demekê de ne ku artêşa Tirkiyeyê ji 23ê mehê ve bombebaranên xwe li Rojavayê Kurdistanê dijwar kirine.

Li gorî Rêveberiya Xweser tenê di wan bombebaranan de herî kêm 8 kesan canê xwe ji dest daye û 18 kes jî birîndar bûne

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist