Erdogan gazî Biden kir: Dest ji kurdan berde û bi me re kar bike!

.

Serkomarê Tirkiyê Recep Tayîb Erdogan hişyarî da welatên rojava û ragihand, eger ew “ji dil” piştevaniya Tirkiyê bikin dê li Sûriyê dîsa aşitî û aramî pêk were.

Serkomarê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan bi helkefta dehemîn salvegera şerê Sûriyê, ji malpera Amerîkî ya Bloomberg re nivîsek nivîsî.

Erdogan di nivîsa xwe de dibêje, siyaset û helwesta Tirkiyê li Sûriyê, ji destpêkê de heta niha, nehatiye guhertin.

Erdogan her wiha dibêje, eger yekparçetiya xaka Sûriyê û yekitiya wê ya siyasî neyê dîtin û pesendkirin, pirsgirêka Sûriyê dê bi rengekî mayînde neyê çareserkirin.

Serkomarê Tirkiyê bang li welatên rojava jî kiriye û ragihandiye, eger welatên rojava “ji dil” piştevaniya Tirkiyê bikin dê aşitî û aramî dîsa li Sûriyê pêk were.

Erdogan berê xwe daye rêveberiya nû ya Amerîka bi serokatiya Joe Biden jî û gotiye, divê rêveberiya Biden, sozên ku dane Tirkiyê, bicîh bîne û ji bo rizgarkirina Sûriyê ji aloziyê bi Tirkiyê re kar bike.

Serkomarê Tirkiyê li ser dagîrkirina beşek ji xaka Rojavayê Kurdistanê jî gotiye, ew der “herêmên ewle ne û nîşana wê yekê ne ku Tirkiye girîngiyê dide yekparçebûna xaka Sûriyê!”

Erdogan behsa kurdan û YPGê jî kiriye û gotiye, divê welatên rojava û Amerîka dest ji piştevanîkirina YPGê berdin û bi Tirkiyê re kar bikin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist