Erdogan: Emê milyonek penaberên Sûrîyê li Girêspî û Serê Kanîyê bicîh bikin

Serokkomarê Tirkîyê raghand, ew kar li ser bicihkirina yek milyon kesan li Serê Kanîyê û Girê Spî dikin.

Navenda Nûçeyan- Serokkomarê Tirkîyê Receb Tayîb Erdogan ragehand, ew kar li ser wê yekê dikin ku yek milyon penaberên Sûrî dê li herdû bajarên Girê Spî û Serê Kanîyê de bicîh bikin. Tekez jî kir ku ewê piştevanîya ava kirina avahîyên niştecîbûnê li bakurê rojhelatê Sûrîyê bikin.

Erdogan got: Alîyek bi tenê nikarê barê penaberên Sûrî yên di nava Tirkîyê de û yên li ser sînorê Tirkîyê helgire, ku bi gotina wî hejmara wan digehe  9 milyon kesan.

Amaje bi wê yekê jî kir, ku Yekîtîya Ewrupayê tenê 3 milyar Euro pêşkeşî penaberên Sûrî kirîye di demekê de ku wan 40 milyar Dolar li ser wan xerc kirîye.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist