Erdogan: Em li her cihekî şehîd bidin ew dever axa me ye

.

Serokomarê Tirkiyê amaje bi operasyonên artêşa welatê xwe li derveyî sînorê Tirkiyê kir û got, “ev ji bîra we neçe ku her şehîdek bo me wateya niştimanbûna wê axê ye.”

Serokomarê Tirkiyê û Serokê AKPê Recep Tayyîp Erdogan di 7emîn kongreya rêxistina partiya xwe de li parêzgeha Samsûnê gotarek pêşkêş kir û behsa siyaseta hikûmeta xwe ya li navxwe û derve kir.

Serokomarê Tirkiyê behsa hebûna hêzên welatê xwe li derveyî sînorên Tirkiyê kir û got, “Em li Sûriye û Lîbyayê hene, em li Azerbaycanê li gel birayên xwe ne. Me di rûbirûbûna teror, di hewla derbeyê de, di operasyonên derveyî sînor de şehîd dan, me li Efrîn û Idlibê şehîd dan, me di Çiqlê Zeytûnê de şehîd dan, me di operasyona Çeng de şehîd dan, lê ev ji bîra we neçe ku her şehîdek bo me wateya niştimanbûna wê axê ye.”

Di wê kongreyê de dirûşma “Tirkiyeya Mezin” hatibû hilawîstin û amaje bi armancên 2023, 2053 û 2071 hatibû kirin û Erdogan jî behsa wê kir ku ew di hemû operasyonan de qurbanî didin, ew dê li ser siyaseta xwe berdewam bin.

Artêşa Tirkiyê tevî komên çekdar ên opozisyona Sûriyê ku Enqere di her warî de piştgiriya wan dike, ji 2018ê ve bi hinceta hebûna hêzên YPGê û “gefa terorê” li ser sînorê xwe yê bi Sûriyê re, heta niha du caran di jêr navên Operasyona Kaniya Aştiyê û Operasyona Çiqlê Zeytûnê de êrîşî Rojavayê Kurdistanê kiriye.

Di operasyona Kaniya Aştiyê de, Tirkiyê herdu bajarên Girê Spî û Serê Kaniyê tevî dehan gundên derdorê ji destê hêzên Kurdî derxistin. Herwiha di operasyona Çiqlê Zeytûnê de jî Tirkiyê herêma Efrînê xiste jêr kontrola xwe.

Herwiha Tirkiyê Artêşa Tirkiyê ji 15ê Hezîrana îsal ve operasyona Çengê Baz û ji 17ê heman mehê ve jî operasyona Çengê Piling di nav axa Başûrê Kurdistanê de destpê kiribû û bi berdewamî jî bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê bombebaran dike û hejmareke binkeyên xwe li nav sînorê Başûrê Kurdistanê danîne.

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da