Erdogan: Em êdî naxwazin bibin bazar, em dixwazin êdî bo xwe bazar bigerin

Erdogan dibêje, ew bi Rûsyayê re di warê pîşesaziya parastinê de hevkariyên baş dikin ku kirîna sîstemên S-400 nîşaneya vê ye.

Erdogan dibêje, ew bi Rûsyayê re di warê pîşesaziya parastinê de hevkariyên baş dikin ku kirîna sîstemên S-400 nîşaneya vê ye.

Erdogan got, eger Amerîka derbarê Firokeyên F-35 de helwesta xwe ya niha berdewam bike, ewê ji xwe re rêyên nû bigerin û kirîna Firokeyên Sîxo 57 jî dibe ku were rojevê.

Receb Tayîb Erdogan - Serokomarê Tirkiyê, got:

“Bi Rûsyayê re hevkariya me destpê kiriye, ku nîşaneya vê jî kirîna sîstemên S-400 e. Di warê pîşesaziya parastinê de aliyên pêwendîdar hevdîtinên xwe berdewam dikin. Di warê firokeyên bê firokevan de jî me gavên hevkariyê avêtin.

Eger Amerîka helwesta xwe ya derbarî firokeyên F-35 de berdewam bike, emê ji xwe re çare bigerin. Gelo şûna F-35, Sîxo 35 dibe, yan sîxo 57 dibe. Em li gor pêdiviyên pîşesaziya parastinê gav davêjin. Em giranî didin berhemanîna hevbeş û mercên krêdiyê. Em êdî naxwazin bibin bazar, em dixwazin êdî bo xwe bazar bigerin”.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist