Erdogan: Em ê li Sûrîyê bimînin

Serokkomarê Tirkîyê, Receb Teyyîb Erdogan ragihand, Supayê Tirkîyê li Sûrîya dimîne, heya wê dema gelê Sûrîya digehe azadîyê.

Roja sêşemê 21.07.2020an Serokkomarê Tirkîyê di gotarekê de ku li Enqere pêşkeş kir, behsa piroseya helbijartina giştî li Sûrîyeyê kir û got: “Niha helbijartin birve diçe, ewan navê wê kirîye helbijartin. Heta wê dema gelê Sûrîyeyê digehe azadîyê, aştî û akincîyê, em di wî welatî de dimînin.”

Erdoganî rexne li welatan jî girt, ku bangeşeya wê yekê dikin ku di demikratîyê de pêşkevtine û got: Ew bêdengin li beranber naçarkirina hevwelatîyên Sûrîyê da ku biçin ser sindûqên dengdanê.

Wezîrê Derve yê Sûrîyê Welîd Mûelîm di dema dengdanê û pişikdarîyê de li helbijartinên giştî yên welatê xwe ragehandibû, gelê Sûrîya rijde li ser rizgarkirina axa xwe û dawî hînanê bi vemana nayasayî û narewayane ya hêzên bîyanî û ev helbijartin jî tekez dike, ku pêvajûya demokratîyê li Sûrîyê dê serkeve.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist