Erdoğan, di rêya telefonê de bi serokwezîrê Ermenistanê Paşinyan re axifî

.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan di rêya telefonê de bi serokwezîrê Ermenistanê Nikol Paşinyan re axifî. Li ser axaftina wan di daxwuyaniya serokkomariyê beşa danûsitendinê de hat gotin:

“Di axaftina her dû lîderan de her dû lîder xwestine ku bê qeyd û şert têkiliyên navbera xwe normal bikin û ev îrada wan ya siyasiye. Her weha Paşinyan cejna serokkomar Erdoğan pîroz kir. Erdoğan bi sedema cejna bê ya Vardavar-Hz. Îsa pîrobahiyê da Paşinyan. Demek berê li bakûrê Ermenistanê bi sedema rabûna lehiyê kesên ku jiyana xwe ji dest dane, ji bo wan sersaxiyê da Paşinyan.”

Erdoğan û Paşinyan bi dilxweşî qebûl kirin ku hevdîtinên nûnerên taybet yên her dû welatan xebatên xwe dewam dikin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist