Erdogan bo herêma ewle “mohlet” da

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan mohletekê dide Amerîkayê, heta du hefteyên din encamekê ji herêma ewle bidest nexin, dê dest bi bicihkirina pilana xwe bikin.

Erdogan dibêje, ew ji bo herêma herêma ewle zêdetir alîkariyê ji Ewropayê dixwazin, ne tenê penaberên li Tirkiyê yên li Ewropayê jî dê li herêma ewle bicih bikin.

Serokomarê Tikriyê mohlet dide Amerîkayê û dibêje: “Di lûtkeya sêqolî de me dît ku Rûsya û Îran jî li ser YPGê hevxemê me ne. Ji ber vê yekê divê rêkeftina me ya digel Amerîkayê ya li ser herêma ewle di zûtirîn dem de encam bide. Ger heta 2 hefteyan em encamek bidest nexin, emê dest bi pilana xwe bikin.”

Pêştir jî Serokomarê Tirkiyê gotibû, ew qebûl nakin rêketina wan bi Amerîka re wek ya Minbicê lê were. Herwiha diyar kiribû jî, heger kontrola leşkerî ya “herêma ewle” li Rojavayê Kurdistanê ne di destê wan de be, artêşa Tirkiyê dê bi tekalî dest bi operasyona leşkerî bike.

Tekez kiribû jî, herêma ewle dê bi dirêjahiya 450 K.M be û ew plan dikin nêzîkî yek milyon penaberên Sûrî yên li Tirkiyê ne li wê herêmê bicih bikin.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Mevlud Çavuşoglu bi daxûyaniyekê gotibû, ewê 2 milyon penaber li herêma ewle bicih bikin.

K24

Siyaset Haberleri

Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin
Şeybanî: Ti niyeteke avakirina binkeyeke Tirkî li firokxaneya Ebû zuhûrê tune ye
Herêma Kurdistanê ji Îranê daxwaza ronîkirina êrîşan kir