Erdogan: Bila tiştên di hebana xwe de vala bike

Derbarê daxuyaniya Ahmet Davuoglu de jî got: “Ew çi dibêjin bila bibêjin, bi gotinan gef nabe. Bila tiştên di hebana xwe de vala bike, sûda wê de hebe.”

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ragihand ku ew dê ligel Serokê Amerîkayê Donald Trump bicive û pêşhat û geşedanên li Sûriyê bi wî re gotûbêj bike.

 

Serokomarê Tirkiyê piştî nimêja înê derbarê geşdedanên vê dawiyê de daxuyanî da  û got: “Ji bo geşedanên ser Îdlibê em bêjin 'di asta ya ku em dixwazin de ye' dê bibe derew. Vê gavê di asta ku em dixwazin de nîne."

 

Recep Tayyip Erdogan diyar kir ku  Îdlibê dijî xalên çavderiyên leşkerî yên Tirkiyê  me yên rastî êrişî hatine, lê piştî hevdîtina ku bi Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn re kir, hişyariyên pêwîst hatine kirine.

 

Erdgaon got: “Em dê geşedanên li Sûriyeyê di Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî de bi Birêz Trump re gotûbêj bikin.” Em ê li wê derê jî li ser vê mijarê bisekinin.

 

Seromarê Tirkiyê herwiha destnîşan kir ku eger Amerîka di mijara F-35an de helwesta xwe ya niha bidomîne, ew dê li çara serê xwe bigerin.

 

Derbarê daxuyaniya Ahmet Davuoglu de jî got: “Ew çi dibêjin bila bibêjin, bi gotinan gef nabe. Bila tiştên di hebana xwe de vala bike, sûda wê de hebe.”

 

 

Siyaset Haberleri

Hewlêr pênc hezar kes bi kincên kurdî bo Rekorda Guinnessê kom bûn
Mehmet Kaya: Hinardeya Amedê ya Îraq û Herêma Kurdistanê ji sedî 42 kêm bûye
Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin