ENQERE - Di protestoya Komkujiya Sirûcê de gelek kes hatin desteserkirin

.

 Li Enqereya paytexta Tirkiyeyê di çalakiya bîranîna salvegera 10emîn a Komkujiya Sirûcê de gelek kes hatin desteserkirin.

Rêxistinên ciwanan îro ji bo bîranîna 33 ciwanên ku di komkujiyê de canê xwe ji dest dabû, li taxa Kizilayê ya Enqereyê xwest meşekê li dar bixin.

Polîsan rê li ber girseya ku ber bi Cadeya Ziya Gokalpê ve dimeşiya girt û xwest ku belav bibin.

Piştî ku ciwanan di meşa xwe de israr kir, polîsan midaxele kir û di navbera xwenîşander û hêzên ewlehiyê de alozî derket.

Di encama midaxeleyê de gelek çalakvan hatin desteserkirin û polîsan ew birin navenda ewlehiyê.

Şaxa Enqereyê ya Komeleya Hiqûqnasên Hevdem (ÇHD) ragihand ku ew rewşa kesên ku hatine desteserkirin, dişopînin.

Komkujiya Sirûcê

Nêzîkî 300 ciwanên ji Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) 20ê Tîrmeha 2015an, ji bo ji nû ve avakirina Kobaniyê li Navenda Çandê ya Amarayê ya li navçeya Sirûcê ya Rihayê kom bûn û daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di dema daxuyaniyê de êrişeke xwekujî pêk hat.

Di encama teqînê de 33 kesan canê xwe ji dest da û zêdetirî 100 kesî jî birîndar bûn.

Siyaset Haberleri

Çarçoveya Hevahengiyê namzedê Serokwezîriyê diyar kir
Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe: Di ser Îraqê re nefirin
Almanyayê notaya protestoyê da Rûsyayê: Gefên we me natirsînin
Partiyên Şî’a car din nikaribûn namzedê xwe destnîşan bikin
Nêçîrvan Barzanî û Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê li Antalyayê civiyan