ENKSyê pîrozbahî li Ehmed Şer kir

.

Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) ji ber destnîşankirina Ehmed Şer wekî Serokkomarê Sûriyeyê pîrozbahî lê kir û bang kir ku “pêvajoyeke siyasî ya berfireh dest pê bike.”

Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) di daxuyaniyeke xwe de pîrozbahî li Ehmed Şer kir û got:

“Ji ber pêbendiya xwe ya bi pêvajoya siyasî û ji bo avakirina Sûriyeyeke pirçandî û nenavendî, em bang dikin ku rêbaza diyalog û zelaliyê wekî rêbazeke sereke ji bo rûbirûbûna astengiyên heyî were qebûlkirin.”

Encûmena Niştimanî ya Kurd a Sûriyeyê (ENKS) ji Ehmed Şer re “serkeftin” xwest û diyar kir ku ji bo bidawîanîna êş û azarên Sûriyeyiyan, çesipandina aramiyê û amadekirina şertên guncav a ji bo hilbijartineke azad û nivîsandina destûrekê gavên cidî werin avêtin.

ENKSyê bang kir ku “azadiyên bingehîn, di serî de azadiya ramanê û derbirînê were parastin û bandorên zordarî û wêrankirina rejîma berê were rakirin.”

Her wiha xwest ku “vegereke ewle û bi rûmet ji bo hemû penaber û koçberan, bi taybetî ji bo xelkê Efrîn, Girê Spî û Serê Kaniyê jî were dabînkirin.”

ENKSya ku endama Îtilafa Sûriyeyê ye tekez kir ku “serkeftina vê qonaxê pêdivî bi destpêkirina pêvajoyeke siyasî ya berfireh heye ku beşdariya hemû pêkhateyên Sûriyeyê misoger bike û prensîbên demokrasî û rêzgirtina mafên mirovan xurt bike.”

ENKSyê tekez kir “pêwîst e dawî li zilma dîrokî ya li ser gelê Kurd were û mafên neteweyî di destûrê de werin misogerkirin ku hevpariya niştimanî were çesipandin û dadmendî û wekhevî pêk were.”

Kurdistan Haberleri

Li Helebçeyê bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan hat kirin
Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc