ENKSê derbarê Rojava de daxwazek pêşkêşî 3 dewletan kir

Endamê Desteya Serokatîya ENKSê Feysel Yûsif dîyar kir ku wan derbarê hewlên guhertina demografîya navçeyên Rojavayê Kurdistanê de daxwazek pêşkêşî Amerîka, Fransa û Brîtanyayê kirîye bo ku wê proseyê rawestînin.

NAVENDA NÛÇEYAN - Endamê Desteya Serokatîya Encûmena Niştimanîya Kurd li Sûrîyê (ENKS) Feysel Yûsif ragihand ku ew guhertina demografîya navçeyên Rojavayê Kurdistanê red dikin.

Endamê Desteya Serokatîya ENKSê Feysel Yûsif Rûdawê re ragihand, ku ew şandina malbatên çekdaran bo Girê Spî û Serêkanîyê red dikin.

Feysel Yûsif eşkere kir, ku berî demekê wan ji şandên hersê welatên Fransa, Brîtanya û Amerîka re gotibûn, ku ew guhertina demografîya navçeyê qebûl nakin.

Feysel Yûsif amaje bi wê dike, guhertina demografîya Rojavayê Kurdistanê ji Efrînê dest pê kir û bi Serê Kanî û Girê Spî berdewam dike û tekez dike ku ew weke ENKS guhertina demografîya Rojava red dikin.

Endamê Desteya Serokatîya ENSKê dibêje, we daxwaza ya derbarê rawestindina guhertina demografîya Rojava de gihandina Fransa, Brîtanya û Amerîkayê û dîyar dike, wan jî soz dane ku tişta ji destê wan tê dê bikin.

Feysel Yûsif aşkere jî dike,  “Daxwaza me ew e ku ew kesên hatina van herêman vegerin cihên xwe. Em berdewam li ser hewlên di qada navdewletî de. Ev meseleyeke sereke ye di ajandaya me de.”

Rûdaw

HEVPEYVÎN Haberleri

Bi Seîd VEROJ re li ser pirtûka Du Birayên Bedirxanî: Celadet û Kamiran Bedirxan  (1913 -1923)
Wezîra Berhemanîna Cengî ya Pakistanê: Ez û hevjînê xwe em Kurd in
Lêkolîn: Pirsgirêka herî mezin a Tirkiyê pirsa Kurd e
ENKS û PYNKê danûstaninên derbarê 'rêveberîya hevbeş' de destpê kirin
Amed Bozan xelata artîstê herî baş a Kristall stand