ENKSê biryar da ofîsên xwe li Rojavayê Kurdistanê veke

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê biryar da, ku ofîsên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê veke û dest bi çalakîyên xwe yên sîyasî bike.

Navenda Nûçeyan- Endamê Serokatîya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) Nimet Dawûd ji Rûdawê re ragihand, ENKSê biryar daye ku ofîsên xwe yên li Rojavayê Kurdistanê veke.

Berî vê biryara ENKSê, li ser ensyatîfa Fermandarê Hêzên Sûîyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Kobanî, Rêveberîya Xweser ragihandibû, ku êdî ENKS serbest e ku ofîsên xwe veke û kar û hemû core çalakîyên xwe li Rojavayê Kurdistanê dest pê bike.

Ev pêngav piştî wê yekê tê, ku hewlên ji bo nêzîkkirina alîyên Rojavayê Kurdistanê berdewam in.

Çend roj berî niha Endamê Komîteya Pêwendîyên Derve ya ENKSê, Ibrahîm Biro jî di daxuyanîyeke li gel Rûdawê de pêşwazî li helwestên Rêveberîya Xweser, PYD û TEV-DEMê kiribû û gotibû, dengê ji bo yekrêzî û yekhelwestîya Kurdan, ji nav TEV-DEM û Partîya Yekîtîya Demokratîk (PYD) bilind dibe, cihê kêfxweşîyê ye.

Herwiha di serdana heftîya bihorî ya xwe ya bo Herêma Kurdistanê, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayî Mîxaîl Bogdanov jî tekezî li ser giringî û pêwîstîya yekrêzî û yekhelwestî ya Kurdan li Sûrîyê kiribû.

ENKS û TEV-DEM ku du alîyên sereke yên Rojavayê Kurdistanê ne, li ser çawanîya rêvebirina Rojavayê Kurdistanê û hin helwestên din ên derbarê rewşa Rojavayê Kurdistanê de bi hev re nakokî hene.

 

Rûdaw

 

 

Siyaset Haberleri

Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li Almanyayê ne: ‘Kilîta çareseriyê Federalîzm e’
Hêzên Amerîkayê daketin çolên Îraqê, bi artêşê re şer kir
Şervanê ku malbata wî şîna wî danîbû sax vegeriya malê
Îtalya dê sîstema parastina asmanî bişîne welatên Kendavê
Azerbeycan: Dronên Îranê li Balafirgeha Naxçivanê ketin