ENKSê bersiva Beşar Esed da: Hişmendîya rêjîmê nehatîye guhertin!

Endamekî rêveberîya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) bersiva gotinên serokê Sûrîyê Beşar Esed yên li ser maf û doza kurdan li Sûrîyê da.

Endamekî rêveberîya Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) bersiva gotinên serokê Sûrîyê Beşar Esed yên li ser maf û doza kurdan li Sûrîyê da.

Serokê komîteyên xwecihî yên ENKS  li Rojavayê Kurdistanê Muhsin Tahir li ser gotinên serokê Sûrîyê Beşar Esed yên li ser kurdan ji K24 re got: “Hişmendîya rêjîma Sûrîye nehatîye guhertin, bi taybetî jî li ser doza Kurd. Bîr û bawerîyên rêjîma Esed, hîn mîna hişmendîya berîya sala 2011 ne. Jiber vê yekê, gava em dibêjin Şam ne amade ye çareserîya pirsa Kurd e. Bi vê helwesta xwe ya niha Esed/Şam vê yekê carek din tekez dike. Dibêje: Tiştek bi navê Doza Kurd, Kurdistana Sûrîye nîne. Piştî ewqas penaberî, koçberî, alozî û şerê navxweyî, hîn jî rêjîma Sûrîye dibêje: Doza Kurd nîne!”

Muhsin Tahir dîyar kir: “Em miletek resen in li ser xaka xwe! Mafên me yên neteweyî hene. Erê em beşek ji Sûrîye ne lê me ji sala 1957 ve li ser du astan kar kirîye. Asta demokrasî ji bo gelên Sûrîye û asta neteweyî, ji bo pêkanîna mafên gelê Kurd li Kurdistana Sûrîyê. Heta em hebin, em dê ji bo bidestxistina mafên neteweyî yên gelê xwe bixebitin.”

Serokê Sûrîyê, Beşar Esed di hevpeyvîneke taybet de li gel kanala Russia 24 de, êrişî Kurdên Rojavayê Kurdistanê kiribû û gotibû, tiştek bi navê Pirsa Kurd li Sûrîyê nîne û ew yek xeyal û derewe e.

 

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da