ENKS û Balyozê Amerîkî vegera koçberan guftûgo dikin

Desteya Serokatîya Enûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûrîyê (ENKS) li Qamişlo bi Balyozê Amerîkî William Robak û hevkara wî Emily Brandt civîya.

Navenda Nûçeyan - Endamê Desteya Serokatîya ENKSê Mihemed Îsmaîl li hejmara xwe tora civakî “Facebook” belav kir, di civînê de encamên serdana ENKSê bo Tirkîyê û pirsa yekrêzîya  alîyên sîyasî hatin guftûgokirin. Ji alîyê xwe ve Balozê Amerîkî tekezî li ser girîngîya vegera koçberên Efrîn, Girê Sipî û Serê Kanîyê li ser cih û warên xwe kir.

Robak dîyar kir, welatê wî piştevanîyê li yekrêzîya Kurdî dike, ku dê rola wê ya erênî ji bo çareserîya sîyasî ya giştî ya Sûrîyê dike û piştevanîyê li dariştina destûrekê dike ku mafên hemû Sûrîyan û di nava wan Kurd de tê de gerentî bike.

Herwiha Balozê Amerîkî William Robek tekezî li girîngîya hevkarî û hevdîtina her du alîyan kir.

Şanda Desteya Serokatîya ENKSê ji her yek Mihemed Îsmaîl, Fesla Yûsif, Silêman Oso, Nimet Dawûd û Feysel Yûsif pêk hatibû.

K24

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin