ENKS, tekezî li yekrêzîya kurdî dike

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûrîyê (ENKS) tekezîyê li ser girîngîya yekrêzîya Kurdî dike, bi awayekî ku bikeve xizmeta doza Kurdî li Sûrîyê bike û mafê wî yên rewa di çarçoveya Sûrîyayeke federal, demokratîk û firehalî de biçespîne.

Navenda Nûçeyan - Emîndarîya Giştî ya ENKS di daxuyanîyekê de dîyar kir, wan roja 12ê Gulanê civînek bi Internetê girê da û tê de hewlên yekrêzîya Kurdî hatin guftûgo kirin û tekezî li ser girîngîya yekrêzîya Kurdî kir, bi awayekî ku bikeve xizmeta doza Kurdî li Sûrîyê û mafê wî yên rewa di çarçoveya Sûrîyayeke federal, demokratîk û firehalîya netewî û olî de biçespîne.

Herwiha ENKSê bang li alîyên navdewletî kir, fişarê li rêjîma Sûrîyê bike, ta dest bi proseya sîyasî bike. Herwiha daxwaz ji wan alîyên navdewletî kir jî, çareserîyeke sîyasî ji krîzê re bibînin, ji ber ku hîna rêjîma Sûrîyê bi bijardeya serbazî serederîyê bi rewşê re dike û êş û azara Sûrîyan zêde dike.

Di civîna ENKSê de li ser nakokîyên di navbera hêzên opozîsyona Sûrîyê de hat rawestandin. ENKS daxwaz ji alîyan kir, yekrêz bin û bi rola xwe ya çalak rabin, ji bo armanca gelê Sûrî ya pêkanîna sîstemeke demokratî bicih bînin, ku mafên hemû pêkhateyan û mafên gelê Kurd wek gelekî resen li ser xaka dijî di çarçoveya dewleta Sûrîyê de bêne parastin.

Herwiha ENKSê binpêkirinên li Efrînê yên ji alîyê grûpên çekdar ve têne kirin şermezar kir û daxwaz ji alîyên pêwendîdar kir jî, rê li ber wan binpêkirinan bigire, tawanbaran siza bide, welatîyan û milk û malên wan biparêzin û koçber û derbideran jî bi rîyeke ewle û aram vegerînin.

ENKSê di dawîyê de spasî û pêzanîna xwe ji bo hewlên Amerîka û hevpeymanên wê û piştevanîya serkirdatîya Herêma Kurdistanê bo avakirina yekrêzîya Kurdî di çarçova opozîsyona niştimanî de jî nîşan da.

 

Siyaset Haberleri

Operasyonên li ser 17 şaredariyên CHPyê: 13 şaredar hatin girtin
Almanya difikire ku ji bo Ûkraynayê ji Amerîkayê sîstema Patriotan bikire
Rejîma Îranê di meha Hezîranê de 99 girtî bi dar ve kirin: 22 kes ji wan Kurd in
Gelek siyasetmedarên Iraqî tên tehdîdkirin
Şanda ENKSê ji bo mafên Kurdan bi berpirsên hikûmeta Sûriyê re civiya