ENKS: Sîstema nenavendî wê yekbûna Sûriyê biparêze

.

 Berdevkê Fermî yê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Feysel Yûsif di daxuyaniyekê de li ser nîqaşên derbarê pêşniyara sîstema nenavendî bo Sûriyeya nû got, nenavendî yekbûna Sûriyê diparêze.

Yûsif diyar kir, sîstema navendî şikest û têkçûn li Sûriye û herêmê pêk aniye û nenavendîbûn jî ne gef e ji Sûriyê re, lê belê wê yekbûna Sûriyê biparêze.

Yûsif da zanîn, mafên Kurdan e ku nêrîna xwe ji bo nasnameya dewletê pêşkêş bikin û daxwaza hebûna sîstemeke Demokratî bikin ku tê de hevpariya niştîmanî û dadwerî û yeksanî ji bo hemû Sûriyan misoger bike.

Berdevkê Fermî yê Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê bi bîr xist, diyalog di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê de bêyî serdestbûna tu aliyan gelek girîng e ji bo avakirina pêşeroja Sûriyaya pireng, pirnetew û pirolî.

Kurdistan Haberleri

Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin
PWK: ‘’Çerçewe Yasa’’ berdewamîya ‘’pêvajoya’’ tunehesibandina miletê Kurd, mijûlkirin û paşguhkirinê ye
Taktîkên nû yên Îranê û kêmbûna mûşekên Amerîkayê