ENKS: Me gelek xalên di Lêvegera Sîyasî de çareser kirin

Endama Desteya Serokatîya ENKSê dibêje, wan gelek xalên di Lêvegera Sîyasî de çareser kirine û tenê “yek du xalên girîng mane” û Sekreterê Partîya Aştî ya Demokrat jî dibêje, ew niha li ser erkê lêvegerê û hejmara wê radiwestin.

Danûstandinên ji bo yekrêzîya nav mala Kurdî li Rojavayê Kurdistanê di navbera Encûmena Niştimanîya Kurd li Sûrîyê (ENKS) û Partîyên Yekîtîya Niştimanîya Kurd (PYNK) berdewam in.

Li gorî nûçeya Rûdawê, Fesla Yûsif dibêje, wan mijar gelek bi başî li gel hev gotûbêj kirin û gelek xalên di Lêvegera Sîyasî de çareser kirine û tenê “yek du xalên girîng mane ku ji Lêvegera Sîyasî xelas bibin û li hev bikin.”

Endama Desteya Serokatîya ENKSê amaje bi wê dike, car caran astengî derdikevin jî, lê herdu alî hewl didin wan astengîyan bidin alî û karê xwe berdeam dikin û hîn “pirsa reveberî û leşkerî maye ku li ser li hev bikin.”

Telal Mihemed, Sekreterê Partîya Aştî ya Demokrat ku di nav PYNKê de cih digire derbarê danûstandinên alîyên Kurdî ji Rûdawê re axivî.

Sekreterê Partîya Aştî ya Demokrat dibêje, danûstandin di qonaxa duyem de li ser Lêvegera Sîyasî berdewam in, lê heta niha ti encam jê derneketine û hîn çend civînên pêwîst in heta ku xala Lêvegera Sîyasî bidawî were.

Herweha Telal Mihemed aşkere jî kir ku ew niha li ser erkê lêvegerê û hejmara wê radiwestin.

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin