Civîn li nivîsgeha Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriya (PDK-S) li Qamişloyê birêve çû. Di civînê de encamên serdana şandeya Desteya Yasayî bo paytexta Sûriyeyê Şamê û naveroka hevdîtinên wan ên li gel berpirsên hikûmetê yên derbarê pirs û mafên gelê Kurd de bi berfirehî hatin gotûbêjkirin.
Yek ji biryarên sereke yên civînê avakirina komîteyekê bû ji bo şopandina dosyaya dadweriya veguhêz û dosyaya dîrokî ya “Kembera Erebî”. Herwiha di civînê de mîkanîzma karê endamên Kurd ên di Encûmena Gel (Parlamento) de û rola wan a di şopandina dozên girêdayî mafên neteweyî yên Kurdan de hate gengeşekirin.
Ji bo pêşxistina nêrîneke hevpar a qanûnî, hate biryardan ku di paşerojê de komxebatên taybet ên hiqûqî ji bo nîqaşkirina dozên destûrî—bi taybetî yên peywendîdarî mafên gelê Kurd—bêne lidarxistin.
Ji aliyê xwe ve, Serokê ENKSê Mihemed Ismaîl bal kişand ser dawîn pêşhatên siyasî yên li Rojavayê Kurdistanê û tevahiya Sûriyeyê. Ismaîl tekezî li ser giringiya hevahengiyê kir û da zanîn ku divê kar û xebatên siyasî û yasayî bi rengekî guncaw li gorî hesasiyet û pêdiviyên qonaxa bê werin meşandin. (K24)