ENKS, ji PYDê daxwaza hevbeşîya rasteqîn a desthilatê dike

Îro 09.02.2020ê rêveberekî ENKSê ji basnewsê re ragehand, daxwaza wan bihêze bo guftûgo kirina li gel PYDê û dixwazin bibin hevbeşekî rasteqîn ê desthilatê.

Navenda Nûçeyan- Rêveberê Encûmena Niştimanîya Kurd li Sûrîyê (ENKS)ê Fuad Elîko ji BasNewsê re ragehand, daxwaza wan a bihêz heye bo guftûgoyên li gel PYDê, herwaha dixwazin bibin hevbeşekî rasteqîn ê desthilatê li gel PYDê.

Elîko herçend red kir jî, ku ti demekî hatibe dîyar kirin bo destpê kirina guftûgoyên navbera ENKSê û PYDê, lê ev yek teqez kir, ku ew rijdin li ser geheştina yek gotarîya kurdan li Sûrîyê.

Rêveberê ENKSê amaje bi wê yekê jî kir, ‘’Em rijd in li ser pêkanîna guftûgoyên kûr û em rijdin li ser hemû warên cuda de pirsên sîyasî, leşkeri, asayiş, pirsên rêveberîyê û aborîyê jî guftûgo bikin.’’

Herwaha got, ew dixwazin bibin hevbeşekî rasteqîn ê desthilatê li rojavayê Kurdistanê li gel PYDê, bi awayekî ku ti kêmasîyekî nehêlin ku di pêşerojê de pirsgirêkê navbera her du alîyan de çêbike.

Elîko dawîyê de jî daxwaz ji fermandarê giştî yê HSDê Mezlûm Kobanê kir, nexşerêyekî derbarê pirsa kurd li Sûrîyê û rêçareyên wê pêşkeş bike, ku hemû alî li gel yek guftûgoyê li ser bikin û rêkbikevin.

 

Siyaset Haberleri

Serok Barzanî: Pirsgirêka me ya bi Bexdayê re ew e ku federalîzmê nas nake
Îsraîl: Me li Sûriyê li sîstemên parastina asmanî yên Tirkiyê xist
Îran: Gotûbêjên me yên li gel Ajansa Atomê erênî ne
Îsraîl: Me li Sûriyeyê çekên Tirkiyeyê kirin hedef
Şerekî neqediyayî