ENKS ji bo mafên Kurdên Sûrîyê li Moskovayê ye

Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûrîyê (ENKS) ji bo rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê û mafên Kurd di destûra Sûrîyê de li Moskovayê ye.

Navenda Nûçeyan- Peyamnêrê K24ê li Moskoyê da zanîn, şandeke ENKSê li avahîya Wezareta Derve ya Rûsyayê bi Cîgirê Wezîrê Derve bo Karûbarên Rojhilata Navîn Mikhail Bogdanov re civîya.

Serokê şanda ENKSê Kamîran Haco piştî civînê ji K24ê re ragihand, rola Rûsyayê li Sûrîyê bi giştî girîng e, bi taybet piştî derbasbûna wê ji herêmên Rojavayê Kurdistanê re, bêhtir bo doza Kurdî girîngtir bûye. Armanca serdana wan bo Moskovayê naskirina pêşeroja Rojavayê Kurdistanê ye.

Haco got jî: “Me xwast ji Wezareta Derve ya Rûsyayê bizanin berê rêkeftinên Rûsî–Tirkî li kû ye û encam û bandorên sê li ser gelê Kurd û herwiha rola Kurd di pêşerojê dê çawa be.”

Dîyar kir jî, di civînê de her her alîyan, mijara destûra Sûrîyê, bicihkirina mafên Kurd di destûrê de û rewşa Efrînê guftûgo kirin.

Şanda ENKSê ji Berpirsê Komîta Pêwendîyên Derve Kamîran Haco û endamên wê komîtê Îbrahîm Biro û Îsmaîl Hesaf pêk hatibû.  

Çavkanî: K24

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist