ENKS: Em piştgiriyê didin pêvajoya aştiyê, lê êrîşên ser Rojava qebûl nakin

.

Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) doh Şemiyê li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê civînek li dar xist.

Di civîna ku li ser rewşa rêxistinî ya nivîsgehên ENKSê, rewşa siyasî û pêşhateyên deverê hatin nirxandin de, li ser êrîşên Tirkiyê yên bi ser jêrxane û navendên xizmetguzariyê yên li Rojavayê Kurdistanê de jî hate rawestîn û ew êrîş hatin red kirin.

Berdevkê ENKSê Feysel Yûsif li ser îhtimala destpêkirina pêvajoyeke çareseriyê li Tirkiyeyê li ser pirsa Kurd ragihand ku ENKS piştevaniya vê yekê dike ji bo dîtina çareseriyeke dadperwerane ji gelê Kurd re li Bakurê Kurdistanê.

Yûsif, bal kişand ber êrîş û binpêkirinên li Efrîn û Serê Kaniyê û got, ji bo rawestandina binpêkirinên grûpên çekdar li Efrîn û Serê Kaniyê wê ENKS karê xwe bidomîne

Herwiha Yûsif ragihand, kongreya 5an ya ENKSê dê demeke nêzîk de were lidarxistin.

Kurdistan Haberleri

Brîtanyayê sîstemeke nû ya dijedron li Rojhilata Navîn belav kir
Ehmed Şer û Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir
Li Rihayê di nav bermîlekê de 21 cenîn hatin dîtin
Fermandarên 3 lîwayên HSDyê diçin Helebê
Patrick Kennedy: Li pêşiya Kurdan derfeteke mezin heye