ENKS: Em dixwazin ligel PYDê bigihên rêkeftineke siyasî, leşkeri û îdarî

Endamê Desteya Serokatîya ENKSê Mihemed Îsmaîl di derbarê hevdîtina wan bi Fermandarê HSDê Mazlûm Kobanî ra ragihand, divê rêkeftineke siyasî, leşkerî û îdarî bê kirin.

Navenda Nûçeyan- Endamê Desteya Serokatîya Encûmena Niştimanîya Kurdî li Sûrîyê (ENKS) Mihemed Îsmaîl ji K24 re dîyar kir, di hevdîtina wan bi Fermandarê HSDê Mazlûm Kobanî ra, wî nameya xwe derbarê yekrêzîyê de gihand wan û behsa rewşa niha Rojavayê Kurdistanê kir.

Herwiha Mihemed Îsmaîl got: “Mazlûm Kobanî dikare bandorê li PYDê bike û dikare bi rolekê ji bo yekrêzîyê rabe. Em bi hêvî ne ew ligel Herêma Kurdistanê nêzîkahîyekê di nava tevgera siyasî ya kurdî çê bikin.”

Mihemed Îsmaîl got: “Daxwazên ENKSê dîyar in, em çareserîyê di yek komê de dibînin, heger rêkeftineke siyasî, îdarî û serbazî bê kirin, dê di berjewendîya gelê me de be. Rêkeftinên Hewlêr û Duhokê û herwiha destpêşxerîya Fransî jî wiha bûn.”

Amaje bi wê yekê jî kir, li ser erdê tiştekî bilez çê nebûye, tenê di ragihandinê de zêdetir ev mijar tê behskirin.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist