ENKS: Cibicîkirina mafên gel û pêkhateyên Sûriyeyê di destûrê de, kilîta çareserkirina kêşeyan e

.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bang li civaka navdewletî û aliyên navdewletî dike ku li gorî biryara navdewletî ya 2254, çareseriya siyasî ya li wî welatî aktîv bikin.

ENKSê duhî 30ê Adarê li Qamişlo civiya û piştî civînê de di daxuyaniyekê de ragihand, wan di civînê de karnameya xebatê pesend kirin ku tê de rewşa siyasî, rêxistinî û kar û xebatên Encûmenê di heyama borî de cih girtibû.

ENKSê amaje bi salvegera 13emîn a şoreşa Sûriyeyê kir û got: “Piştî derbasbûna 13 salan di ser şoreşa Sûriyê re, hîn şer berdewam e û êş û azarên Sûriyê li ser astên curbicur zêde dibin, herwiha bi geşedanên herêmî û encamên niha re dijwartir bûne, di demekê de ku çareseriya siyasî girtî maye û Komîteya Destûrî nekariye gerên xwe ji nû ve dest pê bike ku rejîm pêdegiriyê li ser têkdana wê dike.”

ENKSê dibêje: “Bi nebûna ti çareseriyekê, ji bilî çareseriya siyasî bi rêya danûstandinan re, daxwaz ji civaka navdewletî û aliyên navdewletî tê kirin ku li gorî biryara navdewletî ya 2254 pêvajoya siyasî bimeşînin û aktîv bikin.”

Herwiha ENKSê tekezî li ser bidawîkirina kirîza Sûriyê û pêkanîna daxwazên gel û pêkhateyên wê yên niştimanî yên rewa kir û got: “Cibicîkirina mafên gel û pêkhateyên Sûriyê yên niştimanî di destûrê de, kilîta çareserkirina kêşeyên mayî li herêmê û faktora aramiyê ye.”

K24

Kurdistan Haberleri

PWK: Em cezaya ku li Alî Çeven hatîye birîn şermezar dikin
Xelatên Gera Şeşê ya Festîvala Çemçemalê ya Fîlmên Jenosîdê hatin belavkirin
Îran rêyê nade pişkinîn bo bingehên wê yên atomî bê kirin
PDK û YNK: Aloziya 2 nameyan û hewldanên Yekgirtûyê
Li Amedê krîza aborî: Hinardeya bajêr kêm bûye