ENKS bi kempînên xwe hewla rûbirûbûna Koronayê dide

Encûmena Xwecihî ya Encûmena Niştimanîya Kurd li Sûrîyê (ENKS) li Tirbespîyê dest bi kempîna dezenfektekirina bazara vî bajarî kirîye.

Navenda Nûçeyan - Encûmena Xwecihî ya ENKSê weke tedbîrekê ji bo xweparastina ji vîrusa Koronayê, li bajarê Tirbespîyê dest bi vê kempînê kirîye.

ENKSê berî niha di çend rojên bihorî de li herdu bajarên Qamişlo û Amûdê yên Rojavayê Kurdistanê jî dest bi heman kempînê kiribû.

Tîmên ser bi ENKSê li nav bazarên wan bajarên Rojavayê Kurdistanê digerin û ji bo rêgirtin li belavbûna vîrusa COVID-19, bazarê û cihên giştî dezenfekte (taqîm) dikin.

Ew kempînên ENKSê weke pêngavên ji bo alîkarîkirina Rêveberîya Xweser di rûbirûbûna vîrusa Koronayê de tên dîtin û xelk bi germî pêşwazî li wan pênagavên ENKSê dikin.

Rêveberîya Xweser jî di çarçoveya tedbîrên ji bo rêgirtin li belavûna vîrusa Koronayê de, hin biryar û rênimayî dane, ku qedexeya derketina derve li nav bajaran û di navbera bajar û bajarokan de, herwiha girtina derîyên dibistanan û navendên xwandinê û rawestandina merasimên giştî, çend mînakên ji wan biryarên Rêveberîya Xweser in.

Her li gor brîyarên Rêveberîya Xweser, biryar e ji sibe Duşemê 23ê Adarê li seranserî herêmên di jêr kontrola wê rêveberîyê de, qedexeya derketina derve bikeve warê cîbicîkirinê.

 

Siyaset Haberleri

Tom Barrack û Eymen Sefadî: Divê HSD ji Helebê vekişe
Mihemed Sîdo: Pêdiviya koçberên Helebê bi alîkariya lezgîn heye
Wezareta Karên Derve ya Swêdê: Em rewşa Helebê ji nêz ve dişopînin
Parlamenterên Alman: Bêdengiya Berlînê ya li ser Helebê nayê qebûlkirin
Parlamenterê Alman: Colanî û hêzên wî li Sûriyeyê nearamiyê çêdikin