ENKS bang li civaka navdewletî û Tirkiyê dike: Binpêkirinên çekdaran li Efrînê rawestînin

.

ENKS: Tawan û binpêkirinên grûpên çekdaran, dibe sedema koçkirina xelkê û bicihkirina plana guhartina demografiya Efrînê.

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) revandina welatiyên Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve bi tundî şermezar dike û bang li civaka navdewletî û Tirkiyê dike, van binpêkirinan rawestînin.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, grûpa çekdar a Ebû Emşê roja 24ê Mijdarê bi ser koneke şîniyê li navçeya Şiyê ve girt û li xwediyê şînê û kurî wî dan, telefonên kesên li binê konê desteser kirin û 3 kes revandin.

Sekreteriya Giştî ya ENKSê diyar kir jî, kesên hatine revandin navên wan Xelîl Misrefa Şêxo, Xelîl Mistefa Şêxo û Emar Silêman Şêxo ne.

ENKS amaje bi wê da, revandina wan her sê welatiyan wekî bersiva vegerandina 300 tenekên zeyta zeytûnan bo welatiyan bûn ku ji aliyê grûpên çekdar ve ji gelê Şiyê ve hatibûn talankirin.

ENKSê ragihand jî, grûpa bi navê Mihemed El-Fatin roja 12ê Mijdarê welatî Serbest Birîm ji gundê Memila revand. Herwiha grûpa Polîsa Leşkerî jî roja 24ê Mijdarê her yek ji Azad Cemîl Nebo û Şêrzad Endo Xilosî ji nava Efrînê revandin.

ENKS di daxuyaniya xwe de van tawan û kiryarên grûpên çekdaran bi tundî şermezar dike û daxwaza azadkirina hemû girtî û revandiyan dike.

Herwiha ENKS bang li rêxistinên mafên mirovan, civaka navdewletî û dewleta Tirkiyê dike, destêwerdanê bikin û van kiryarên çekdaran rawestînin, ji ber ku dibe sedema koçkirina xelkê resen ê Efrînê û bicihkirina plana guhartina demografiya herêmê.

K24

Kurdistan Haberleri

Civîna Hevpeymaniya Navdewletî ya Dijî DAIŞê li Hewlêrê hat kirin
Almanya - Civaka Kurd li dijî xîlafetê mîtîngekê li dar dixe
Iraqê paşde gav avêt: Karûbarên hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê hatin rawestandin
Di 5 salan de 10 hezar û 533 karker mirine
VÎDEO; Şandeya Herêma Kurdistanê li Amedê seredana hin partîyên Kurd kir