Eniya Yekgirtî a Kurd bi hilkefta 10ê Xakelêweyê, “Roja Şehîdên Kurdistanê” daxuyaniyek belav kir

.

Eniya Yekgirtî a Kurd bi belavkirina daxuyaniyekê rêz li “Roja Şehîdên Kurdistanê” girt û li vê derheqê de daxuyaniyek belav kir, deqa daxûyaniyê wihaye:

Yek ji rojên reş ên dîroka siyasiya hevçerx a Kurdistanê, roja 10ê Xakelêweya sala 1326 a Rojî ye, Pêşewa “Qazî Mihemed”, “Mihemedhusên Seyfê Qazî û Serdê Qazî” li vê rojê de bi destê celadên desthilata reş a Pehlewî, hatine bidarvekirin. 10ê vê heyvê, salroja “Şehîdên Çarçira” yê ye ku yekem Serkomarê dîroka gelê Kurd bû fîdayê gel bo rizgariya nîştîman.

10ê Xakelêweyê, “Roja Şehîdên Kurdistanê”, salyada wan hemû ezîzan e ku li pêxema Keramet, maf, dadperwerî, jîngeh, ziman, vekhevî û azadiyê bo bi destveanîna serweriya siyasî li çeperên cuda ên parastina ax û nîştiman de canê xwe fîda kirine.

Yadê wan bilind û bi rêz û rêbaza wan pir rêvîng be

Eniya Yekgirtî a Kurd

7ê Xakelêweya 2724 a Kurdî

Kurdistan Haberleri

PWK LI ALMANYAYÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ
PWK LI STOCKHOLMÊ BEŞDARÎ PÎROZBAHÎYA 80 SALÎYA PDKYÊ BÛ
Şandeyên Herêm û Bexdayê cîbicîkirina peymanên ewlehiyê gotûbêj dikin
Li Almanyayê pêşangeheke wêneyan a taybet bi êşên Êzidiyan hat vekirin
Li Colemêrgê zêdetirî 46 hezar mayînan hatin rakirin