Enflasyon: Li gorî TUÎKê ji sedî 78 e, lê li gorî ENAGê ji sedî 175 e

.

Li gorî TUÎKê enflasyona salê bûye ji sedî 78, lê ENAGê aşkere kiriye ku ji sedî 175 e. Li gorî ENAGê di meha derbasbûyî de herî zêde bihayê xaniyan zêde bûye.

Koma Lêkolînên Enflasyonê (ENAG) enflasyona meha Hezîranê û ya salê aşkere kiriye. Akademîsyen û ekonomîstan koma navborî ava kirine û li beramberî daxuyaniyên Saziya Îstatîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) ew jî îstatîstîkên xwe yên derbarê enflasyonê de aşkere dikin. 

Li gorî daxuyaniya ENAGê enflasyon di meha Hezîranê de ji sedî 8,31 zêde bûye. Enflasyona 6 mehan (Kanûna Paşiyê- Hezîran) jî bûye ji sedî 71,43. 

TUÎKê jî îro daxuyaniyek weşandibû û gotibû ku enflasyona meha Hezîranê ji sedî 4,95 e, ya salê jî ji sedî 78,63 ye. Enflasyona salane ya ENAGê ji sedî 175 e. 

Li gorî daneyên enagê di meha hezîranê de herî hindik bihayê xizmetguzariya tenduristiyê zêde bûye ku ji sedî 0,80 e. Herî zêde jî bihayê xanuyan û kelûpelên wan zêde bûne ku ew jî ji sedî 16,51 e

Kurdistan Haberleri

Peyama Yekîtîya Jinên Kurdistanê Li Swêdê jibo serdana heyeta PWK
Dizên zeytûnan bûne belaya serê Çiyayê Kurmênc
Gefa li ser Dêrsimê: ‘Dewlet bila mayînan paqij bike’
Hêlîn Umît: Plan derbasî qonaxekê nû dibe, teslîmbûn nayê qebûlkirin
Rejîma Îranê li Kirmaşanê 3 girtiyên Kurd bi dar ve kirin