Êndamên DÎSKê xwestine biçin Taksîmê, polîsan midaxele kirîye

Polîsan di saetên sibehê de avahîya Navenda Giştî ya DÎSKê û Arzû Çerkezoglû jî tê de 25 rêveber û endamên sendîkayê yên xwestine biçin Taksîmê desteser kirine.

Navenda Nûçeyan - Arzû Çerkezoglû, Seroka Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK) jî tê de 25 kes li ber avahîya Navenda Giştî ya DÎSKê ya li Şîşlîyê hatine desteserkirin. Rêveber û endamên DÎSKê ji bo pîrozbahîya 1ê Gulanê, Roja Karkerên Cîhanî xwestine biçin Qada Taksîmê.

Hin kesên ku hatine desteserkirin ev in: Sekreterê Giştî Adnan Serdaroğlu, Serokê Giştî yê Enerjî Senê Süleyman Keskin, Serokê Giştî yê Gida Îşê Seyit Aslan, Sekreterê Giştî yê Dev Saglik Îşê Erdoğan Demir.

DÎSKê midaxeleya polîsan û desteserkirin bi gotina “Di 1ê Gulanê de êrîşî karkeran dikin. Polîsan li ber Avahîya Giştî ya DÎSKê êrîşî rêveberên DÎSKê û sendîkayên bi wê ve girêdayî kirîye” ragihandîye.

Arzû Çerkezoglû jî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî gotîye, “Em hatin desteserkirin. Îro li çar hawirdorên Tirkîyeyê hevalên karker dixebitin û ew sîstema civakî xera nabe, lê pîrozbahîya 1ê Gulanê dikare sîstema civakî xera bike.”

Bianet

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist