Encûmena Sûrîya Demokratîk banga ‘şerê rizgarkirina Efrînê’ kir

MSD di salvegera duyemîn a êrişên Tirkîyê li ser herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê de daxuyanîyek ji raya giştî re belav kir û têde bang li gelê Rojavayê Kurdistanê û Sûrîyê kir ku “şerê rizgarkirina” herêma Efînê bide destpêkirin.

Navenda Nûçeyan- Di sal bi ser êrişa Tirkîyê û çekdarên opozisyona Sûrî yên girê dayî Enqerê bo ser herêma Efrînê derbas bûn. Encûmena Sûrîya Demokratîk di salvegera duyemîn a êrişên Tirkîyê li ser herêma Efrînê de daxuyanîyek belav kir  Rojavayê Kurdistanê de û têde dibêje ku talankirina malên welatîyan û hewldanên guhertina demografîya herêmê berdewam in.

Encûmena Sûrîya Demokratîk di daxuyanîyê de bibîr xist ku Efrîn li herêmê herêma herî ewle bû û berîya êrişa Tirkîyê bi hezaran koçber li wê herêmê hatibûn bicihkirin, lê piştî êrişên dewleta Tirkîyê bûye herêma herî zêde tundî, şer û talankirinê.

Di daxuyanîya MSDê de wiha hate gotin: “Em bang li civaka navdewletî, Meclisa Ewlehîyê, rêxistinên mafên mirovan, dewletên Koalîsyonê û Rûsyayê dikin ku dagirkerîya Tirkîyê li Efrînê bi dawî bikin û şênîyên ku bi darê zorê neçarî koçberîyê bûne, li warê wan vegerînin.”

Di beşeke din a daxuyanîya xwe de wiha ji bo rizgarkirina Efrînê dike: “Em bang li gelê xwe yê Sûrîyê dikin ku bi yekdestî û bi hevgirtinê şerê rizgarkirina xaka ku ji alîyê dewleta Tirk a dagirker ve hatîye dagirkirin û di serî de Efrîna berxwedêr, ragihîne. Em soz didin gelê xwe yê Efrînê ku em ê têkoşîna xwe ya sîyasî di civaka navneteweyî de dewam bikin.”

 

 

Siyaset Haberleri

Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li Almanyayê ne: ‘Kilîta çareseriyê Federalîzm e’
Hêzên Amerîkayê daketin çolên Îraqê, bi artêşê re şer kir
Şervanê ku malbata wî şîna wî danîbû sax vegeriya malê
Îtalya dê sîstema parastina asmanî bişîne welatên Kendavê
Azerbeycan: Dronên Îranê li Balafirgeha Naxçivanê ketin