Encûmena rêveberîya YNKê ji bo biryareke giran îro dicive

Îro ji bo biryar dayîna derbarê paşxistina kongreya YNKê de encûmena rêveberîya YNKê dê bicive.

Navenda Nûçeyan- Li gor zanyarên BasNewsê ku ji çavkanîyeke nav YNKê ve bidest xistîye, di civîna borî ya politburoya YNKê, pêşneyara paşxistina kongreya hatîye kirin, lê daxwaz ji encûmena rêveberîya YNKê kirine, biryarê vê derbarê de bide.

Ji alîyê din ve endamê rêveberîya YNKê Mistefa Çawreş ragehand, Îro civîn derbarê pirsa kongreya çarem a YNKê de dê birêve biçe.

Herwaha ji K24ê re ragehandîye ku biryardan derbarê pêkanîna kongrê, di desthilata encûmena rêveberîyê de ye.

Duh 04.12.2019ê encûmena navendî ya YNKê bi fermî dijatîye xwe bo paşxistina kongrê ragehand û daxwaz kir, ji destpêka heftîya borî konferansa malbendan bê kirin ku hemû amadekarîyên wê hatine kirin.

Herwaha dîyar kir, nabe bi ti awayekî kongre ji sala 2020ê re bê paşxistin.

Çavkanî: Basnews

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist