Encumena Dadweriyê ya Kurdistanê: Dadgeha Federalî zêdegaviyê kiriye

.

Serokê Encumena Dadweriyê ya Herêma Kurdistanê Ebdulcebar Ezîz Hesen, di derbarê biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê ya betalkirina kursiyên pêkhateyan de destnîşan kir ku  Dadgeha Federalî sînorê desthilatiya xwe ya yasayî derbaz kiriye û got: “Bi çi sedemê dibe bila bibe, nabe ku destwerdana zagonên destûrî yên Herêma Kurdistanê bê kirin”. 

Dadwer Ebdulcebar Ezîz Hesen, di derbarê biryara Dadgeha Federalî ya Iraqê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Ebdulcebar Ezîz Hesen di daxuyaniya xwe de got: “Ji ber ku xalên makî yên destûrê ne, bi çi sedemê dibe bila bibe, nabe ku destwerdana zagonên destûrî yên Herêma Kurdistanê bê kirin. Divê li gel Dadgeha Federalî, hemû alî li ser wan zagonan pabend bin û bi sedemên nerewa pirsgirêkan dernexin û binpê nekin.”

Serokê Encumena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê Hesen destnîşan kir ku mafê Herêma Kurdistanê heye ku di çarçoveya sînorên fermî yên Îraqê de mafên xwe yên destûrî bi kar bîne û wiha dom kir:

"Lê belê Dadgeha Federalî çarçoveya payeya xwe ya yasayî têk biriye û bi awayekî ku maf daye xwe da ku destwerdanê di hemû babetên biçûk û mezin ên di derbarê Herêma Kurdistanê de bike.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist