Encûmena Asayîşa Tirkiyê îro ji bo Rojava dicive

Encûmena Asayişa Tirkîyê (MGK), îro bi serokatîya Serokomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan li koşka komarî ya Bêştepe li Enqerê birêve diçe.

 

Navenda Nûçeyan

Encûmena Asayîşa Tirkîyê îro bi serokatîya serokomarê wî welatî, Recep Tayyip Erdogan dicive û biryare di vê civînê de egera encamdana operasyoneke serbazî li rojhilatê Firatê û avakirina navçeya aram li Sûrîyê û herwiha operasyonên li hundirê Tirkîyê gotûbêj bike.

Li gora medyayên Tirkiyê, civîna asayî ya meha Îlonê ya Encûmena Asayişa Tirkîyê (MGK), îro bi serokatîya Serokomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan li koşka komarî ya Bêştepe li Enqerê birêve diçe.

Di civînê de gotûbêj li ser wê yekê jî tên kirin ku eger hat û hewlên dîplomatîk ên di derbarê avakirina navçeya aram de bê encam man, dê plana serbazî ya Tirkîyê çi be û armancên wê planê dê bi çi awayî bêne cîbicîkirin.

Herwiha pêşhatên dawî yên li Minbic, Til Rif'et û Idlib jî dikevin rojeva civînê.  

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist